Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayî di raporeke xwe de ragihand, Herêma Kurdistanê red dike ku bibe beşek ji şerê li dijî Îranê.
Li gorî raporê, Kurdên Başûrê Kurdistanê di şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê rde di navbera sê zextên mezin de asê mane.
Ev zext wekî "Peyamên nezelal ên Donald Trump ên li ser guhertina rejîmê, zexta Kurdên Îranê ya ji bo vekirina sînoran û gefên tund ên artêşa Îranê" hatin diyarkirin.
Li gorî raporê, ji destpêka şer ve cara ewil e ku Îran rasterast û bi fermî gefê li Kurdên Başûrê Kurdistanê dixwe.
Gefên Tehranê li yên li dijî Herêma Kurdistanê
Berpirsê Encumena Parastinê ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan got:
"Eger rê bi berdewamiya mayîn û plana komên çekdar an jî hêmanên rejîma siyonîst were dayîn ku di herêmê [Herêma Kurdistanê] re derbasî nav sînorên Komara Îslamî bibin, hemû dezgehên Herêma Kurdistana Îraqê dê bi awayekî berfireh bibin armanc."
Berpirsekî pilebilind ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Axiosê re eşkere kiriye û gotiye:
"Ji bo lêdana me pêwîstiya wan bi mûşekên hîpersonîk nîne. Tenê 200 dronên Şahid dikarin li vir wêraniyeke mezin çêbikin."
Heman berpirsî daye zanîn ku ti sîstemên wan ên parastina asmanî nîne da ku wan dronan têk bibin.
Bêbaweriya bi siyasetên Washingtonê
Axios ji zarê berpirsên Herêma Kurdistanê diyar dike ku peyamên Trump ên derbarê guhertina rejîmê ne diyar in.
Berpirsekî Kurd gotiye:
"Em bêalîbûna xwe diparêzin, ji ber ku em nizanin siyaseta Amerîkayê çi ye. Gelo guhertina temamî ya rejîmê ye an tenê guhertina kesan e?"
Axiosê her wiha nivîsiye:
"Kurd difikirin ku bêyî hêzên bejahî guhertina rejîmê ne pêkan e û ew dizanin ku Trump naxwaze leşkeran bişîne."
