Hewlêr (Rûdaw) - Ev 10 roj in Rojhilata Navîn dikele û ji qonaxa "şerê sîber" û "şerê bi wekalet" derbasî qonaxa şerê rasterast ê welatan bû.
Ev aloziya leşkerî ya herî mezin û metirsîdar a piştî Şerê Kendavê ye li herêmê.
Bi dehan sal in hevrikiya di navbera Îran û rikaberên wê de tenê bi rêya komên çekdar û operasyonên nihênî bû.
Lê di nava 10 rojên vî şerê nû de sînor hatin şikandin û paytext rasterast tên armanckirin.
Ev 10 roj in herêm ketiye nav rewşeke nediyar.
Tê de hemû eger vekirî ne, ji guhertina rejîman heta destkariya nexşeya siyasî ya herêmê.
Mûşekbarana Tehranê
Operasyonê saet 06:00ê sibehê bi dema Îsraîlê dest pê kir û balafirên şer ji baregehên xwe firiyan.
Ji bo êrişê hejmareke kêm a balafiran hat bikaranîn lê çekên gelekî bipêşketî û dûravêj bi wan re bûn.
Piştî firîna balafiran bi 2 saet û 5 xulekan, nêzîkî saet 09:40ê sibehê bi dema Tehranê, mûşek li armancan ketin.
Dema êrişê berpirsên bilind ên asayîşa niştimanî ya Îranê di avahiyekê de bûn.
Elî Xamineyî jî di avahiyeke nêzîkî wir de bû.
Medyaya Îranê 28ê Sibata 2026an ragihand, "Dengê çend teqînên mezin li Tehranê hat bihîstin."
Medyaya nêzîkî Supaya Pasdaran diyar kir ku çend mûşek li Kolana Zankoyê û derdora Kolana Cumhûriyê ketine.
Hemwext Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê diyar kir ku du mûşek li navçeya Seyîd Xendan a Tehranê ketine.
Êriş zêdetir li ser Tehranê hatibûn kirin. Bi taybetî taxên paytextê, baregehên leşkerî, navendên mûşekî û pêgehên fermî di nav de jî nêzîkî mala Xamineyî bûn armanc.
Her wiha gelek êriş li Qûm, Elbûrz (di nav de navçeya Germedere), Esfehan, Fars, Urmiye, Kirmaşan, Loristan, Sine, Îlam, Zencan, Hurmuzgan (di nav de Balafirgeha Girava Kîşê û dibistana Mînabê), Bûşehr û Tebrîzê jî hatin kirin.
Piştî dengê teqînan bi çend saetan, Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser êrişên li dijî welatê xwe daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê got ku Amerîka û Îsraîlê li bajarên cuda yên Îranê komek jêrxaneyên parastinê û navendên sivîl kirine armanc.
Wezareta Karên Derve ya Îranê got, "Ew êriş di demekê de ne ku Îran û Amerîkayê dan û standin dikirin.
Tevî ku me bi niyeta Amerîka û rejîma Siyonîst dizanibû û ji me re eşkere bû ku dê êrişî me bikin, ji bo ku em ti hincetan nedin destê wan em ketin nav dan û standinan."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, "Sedema ku diviyabû niha me gav biavêta ev e, piştî ku me êrişî navendên wan ên nukleer û bernameya mûşekên balîstîk kir, wan dest bi çêkirina baregehên nû kir.
Wan stargehên binerdî çêkiribûn ku dê bernameya wan a mûşekên balîstîk û bombeya nukleer di nava çend mehan de di parastinê de ba."
Kuştina Rêberê Bilind ê Îranê
Di destpêkê şer de Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihandibû ku Rêberê Komara Îslamî Elî Xamaneyî sax e.
Lê wî qebûl kiribû ku di êrişên Amerîka û Îsraîlê de wan "yek du" fermande ji dest dane, her çend piraniya berpirsan silamet bin jî.
Wî her wiha eşkere kir ku wan berê bi şandeya Amerîkayê re "peymaneke baş" kiribû.
Lê Kanal 12 û Desteya Weşanê ya Îsraîlê got ku termê Xamineyî ji bin kavilan hatiye derxistin ku perçeyên mûşekan lê ketibûn û wêneyên wî nîşanî Netanyahu û Trump jî hatine dayîn.
Trump her wiha gotibû, piraniya biryarderên bilind nemane.
Lê berpirsên Îranê, di nav de Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî, rijd bûn li ser wê yekê ku Xamineyî "silamet e" yan jî "heta niha wekî ku ez dizanim di jiyanê de ye."
Kuştina wî bi fermî ji aliyê Îranê ve nedihat piştrastkirin.
Ew fermande û berpirsên din ên bilind ku di êrişa yekem de hatin kuştin ev bûn:
Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Mihemed Pakpûr, Wezîrê Parastinê yê Îranê Emîr Nesrzade.
Sekreterê Encumena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê û Şêwirmendê Bilind ê Xamaneyî Elî Şemxanî, Serokê Îstixbaratê, çend fermandeyên din ên Supaya Pasdaran, berpirsên bilind ên nukleer û heft serkirdeyên din ên parastinê jî hatin kuştin.
Paşê Donald Trump kuştina Xamineyî ragihand.
Piştî daxuyaniya Trump, Supaya Pasdaran 1ê Adara 2026an bi daxuyaniyekê kuştina Xamineyî piştrast kir.
Her wiha berê sibehê 1ê Adara 2026an, Encumena Bilind a Asayîşa Niştimanî ya Îranê bi daxuyaniyekê kuştina Rêberê Komara Îslamiya Îranê Elî Xamineyî di êrişên 28ê Sibatê yên artêşa Îsraîl û Amerîkayê de piştrast kir.
Paşê jî hikûmeta Îranê 40 roj şîn ragihand û 7 roj jî kirin bêhnvedan.
Dîtina cihê Rêberê Bilind ê Îranê
Li gorî gotina berpirsên Amerîkayê ku agahiya wan ji zanyariyên îstixbaratî yên welatê wan heye, kuştina serkirdeyên bilind ên Îranê piştî wê yekê hat ku Amerîka û Îsraîlê zanyariyên hûr dan hev.
Demeke kurt beriya ku Amerîka û Îsraîl êrişî Îranê bikin, Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) cihê armanca herî girîng dît ku ew jî Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamaneyî bû.
Li gorî gotina wan kesên ku agahiya wan ji operasyonê hebû, CIAyê bi mehan çavdêriya Xamineyî kiribû û zanyariyên hûr derbarê cih û tevgerên wî de kom kiribûn.
Paşê zanyarî gihiştin saziyê ku sibeha roja şemiyê dê civînek di navbera berpirsên bilind ên Îranê de li navenda Tehranê bê kirin.
Ya herî girîng jî, CIAyê zanîbû ku dê Rêberê Bilind jî li wir be.
Li gorî berpirsên ku agahiya wan ji biryaran hebû, Amerîka û Îsraîlê biryar da ku dema êrişa xwe biguherînin, da ku ji wan zanyariyên nû yên îstixbaratî sûdê bibînin.
Wan zanyariyan derfeteke girîng ji bo her du welatan çêkir da ku serkeftineke mezin û bilez bi dest bixin, ku ew jî kuştina berpirsên bilind ên Îranê û Elî Xamaneyî bû.
Kuştina bilez a Rêberê Bilind ê Îranê nîşan da ku Amerîka û Îsraîlê zanyariyên gelekî hûr derbarê serkirdayetiya Îranê de kom kirine, bi taybetî piştî şerê 12 rojî yê par.
Operasyonê ew yek jî derxist holê ku serkirdeyên Îranê xwe neparastiye, di demekê de ku Amerîka û Îsraîlê bi eşkereyî ragihandibû ku ew xwe ji bo şer amade dikin.
Bersiva Tehranê ji bo Amerîka û Îsraîlê
Supaya Pasdaran a Îranê 1ê Adara 2026an ragihand ku wan dest bi "êrişeke tund û berfireh" a li dijî Îsraîl û baregehên Amerîkayê yên li herêmê daye destpêkirin.
Artêşa Îranê û serokê desthilata dadwerî ya wî welatî tekez kir ku ev "tolhildana xwîna fermande û rêberê wan e."
Wan ragihand ku dê wekî mertalekê ji bo parastina serxwebûna welatê xwe bimînin.
Êrişên mûşekî yên Îranê cuda ji şerê 12 rojî, hemû herêm li xwe girt.
Îranê Kuweyt, Îmarat, Qeter, Behreyn, Îraq, Herêma Kurdistanê û çend cihên din kirin armanc.
Sekreterê Encumena Asayîşa Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî dibêje, artêşa welatê wî hewl nade êrişî welatên herêmê bike.
Ew tenê wan baregehan dikin armanc ku Amerîka wan ji bo êrişkirina ser Îranê bi kar tîne.
Ev daxuyaniya Larîcanî di demekê de bû ku Amerîka û Îsraîlê bi hev re êrişî Îranê kirin û wê jî bi mûşek û dronan êrişî hinek welatên herêmê kir ku baregehên Amerîkayê lê hene.
Larîcanî amaje bi wê yekê kir, dema ku Amerîka bi piştevaniya hêzên xwe yên li herêmê êrişî Îranê dike, êdî ew baregehên leşkerî dibin armanca êrişên Tehranê.
Sekreterê Encumena Asayîşa Niştimanî ya Îranê got, ew wan baregehên leşkerî wekî beşek ji axa welatên herêmê nabînin, wekî "xaka Amerîkayê" miameleyê bi wan re dikin û li wan dixin.
