Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê li ser mûşeka balîstîk a ku ji Îranê ve ji bo nav axa wê hatibû avêtin û li Dîloka Bakurê Kurdistanê hatibû xistin, hişyariyeke tund da Tehranê.
Tirkiyeyê her wiha bo careke din Balyozê Îranê yê li Enqereyê gazî Wezareta Karên Derve kir.
Serokê Daîreya Pêwendiyan a Tirkiyeyê Burhanettîn Duran ragihand ku mûşekeke balîstîk a ji Îranê ve hatibû avêtin, li asmanê navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê yekîneyên parastina asmanî û mûşekî yên NATOyê ve di dema xwe de hatiye têkbirin.
Duran di hesaba xwe ya fermî ya medyaya civakî de hûrgiliyên bûyerê parve kirin û destnîşan kir ku di bûyerê de ti zerereke canî çênebûye û kes birîndar nebûye.
Parçeyên mûşekê jî li devereke çol ketine xwarê.
Serokê Daîreya Pêwendiyan her wiha got, "Îrade û şiyana dewleta me ji bo parastina asayîşa asman û sînorên me di asta herî bilind de ye."
Duran hişyariyeke tund da Tehranê û got, "Careke din bi tundî hişyariyê didin hemû aliyan, bi taybetî Îranê ku xwe ji wan karan dûr bigirin ku asayîşa herêmê û xelkê sivîl dixin metirsiyê."
Duran di peyama xwe de daxwaz ji welatiyan û dezgehên ragihandinê jî kir ku hay ji zanyariyên çewt hebin ku dibin sedema tirsê û tenê pişta xwe bi daxuyaniyên fermî girê bidin.
Gazî Balyozê Îranê hat kirin
Ji ber vê bûyerê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Balyozê Îranê yê li Enqereyê Dr. Mihemed Hesen Hebîbulahzade gazî kir.
