Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên bi balafir, mûşek û dronan ên li ser Îranê didomin.
Ji roja duşemê ve, êrişên wan zêdetir li ser Tehran, Îsfehan û başûrê Îranê pir bûne.
Supaya Pasdaran jî ji bo ku destûrê bide keştiyên welatan di Tengava Hurmizê re derbas bibin, şertê derxistina balyozên Amerîka û Îsraîlê datîne.
Êrişên li ser Tehran û derdora wê
Nîvê şeva duşemê (9ê Adara 2026an) û berê sibeha sêşemê, pêleke din a êrişên asmanî li ser saziyên ewlehî, leşkerî û binesaziyên enerjiyê yên li Tehran, Kerec, Tebrîz û Îsfehanê pêk hat.
Li gorî raporên medyaya Îranê, gelek cih bi taybetî li nav bajar û derdora Tehranê hatine armanckirin.
Biryargeha Xatemul Enbiya ya Îranê dibêje ku wan li asmanê Tehranê hinek mûşek xistine xwarê.
Piştî nîvroya duşemê jî gelek cih bi taybetî li rojhilat û rojavayê bajarê Tehranê hatin bombebarankirin.
Taxên Tehranser, Suhrewerdî, Apadana, Resalet, Kuhek, Qeleya Hesenxan û Mecîdiyeya Başûr bûn hedefên sereke.
Avahiya navendî ya fermandariya polîsan a li rojavayê Tehranê û baregeheke Besîcan a bi navê Kerbela li kolana Resaletê di nav cihên bombebarankirî de ne.
Bi dehan kes hatin kuştin
Li gorî gotina Birêvebirê Parastina Sivîl a Tehranê, du avahî li rojhilatê Tehranê bi mûşekan hatine armanckirin û bi dehan kes hatine kuştin.
Li gorî wan agahiyên ku xelkê ji Tehranê dane medyayê, li Tehranê hinek xanî û avahî hatine bombebarankirin ku ne diyar e bê ma saziyên çi bûne û li ser wan ti tablo tunebûne.
Hat zanîn ku yek ji wan cihên ku hatiye bombebarankirin, şirketeke taybet a ji bo fîlterkirina înternetê bûye.
Piştî nîvroya duşemê, li bajarê Şehriyarê yê rojavayê parêzgeha Tehranê jî êrişî navenda fermandariya Supaya Pasdaran, hinek saziyên îdarî û leşkergehekê hat kirin.
Her wiha şeva duşemê, cihek li nêzîkî Balafirgeha Mehrabadê ya Tehranê hat bombebarankirin.
Li parêzgeha Elburzê jî du baregehên Supaya Pasdaran û Besîcan li taxa Gulshehrê û du baregehên Besîcan li kolana Gulzara Rojava û taxa Mehrşehrê yên nav bajarê Kerecê hatin bombebarankirin.
Li nêzîkî Kerecê jî baregeha sereke ya Besîcan a li bajarokê Mihemedşehrê û serbazgeha Supaya Pasdaran a li bajarokê Nezerabadê hatin armanckirin.
Îsfehan û Benderebas bûn armanc
Ji destpêka vê hefteyê ve, êrişên li ser armancên leşkerî yên li parêzgeha Îsfehanê jî zêdetir bûne.
