Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê û tirsa girtina Tengava Hurmizê, Îraq neçar kir ku ji bo hinartina petrolê li vebijêrkên cuda bigere.
Rayedarekî bilind ê hikûmeta Îraqê diyar kir ku plana wan a sereke ew e ku di ser Herêma Kurdistanê re petrola Kerkûkê bişînin bendera Ceyhanê.
Tê çaverêkirin ku hinartina petrolê hefteya pêşiya me dest pê bike.
Vebijêrka herî hêsan: Boriyên Kurdistanê
Çavkaniyeke bilind a ji Wezareta Petrola Îraqê ji Rûdawê re ragihand:
"Li herêmê rewşeke neasayî ya ewlehiyê heye. Em ji bo rûbirûbûna bandorên vê rewşê hemû tedbîran digirin.
Ji bo hinartina petrolê çend vebijêrkên me hene. Yek ji wan jî bikaranîna hêla boriyan a Herêma Kurdistanê ya Bendera Ceyhanê ye."
Wê çavkaniyê eşkere kir ku eger ev rewş wiha bidome, plana wan a sereke ew e ku rojane 250 hezar bermîl petrola Kerkûkê di ser Kurdistanê re bişînin. Pişt re ev mêjer dikare were zêdekirin.
Bexda ji bo meaşan soza hêsankariyê dide
Rayedarê Wezareta Petrolê destnîşan kir ku rêya herî hêsan a gihandina petrolê ya bazarên Ewropa û cîhanê boriyên Herêma Kurdistanê ne.
Wî got ku ev yek mafê hikûmeta federal e ku vê pêngavê biavêje.
