Hewlêr (Rûdaw) - Wekî rojên borî, welatên Kendavê roja çarşemê rûbirûyî dron û mûşekên Îranê bûn.
Bi mûşek û dronan êrişî Qeter, Siûdiye, Îmarat, Kuweyt û Behreynê hat kirin.
Êrişên li ser Qeterê
Wezareta Parastinê ya Qeterê roja çarşemê 11ê Adara 2026an ragihand: "Me bersiva êrişa mûşekî ya Îranê da."
Wezareta Karên Navxwe ya Qeterê jî got, "Piştî têkbirina gefa ewlehiyê, rewşa welêt asayî bû."
Ji bilî êrişên roja çarşemê yên li ser Qeterê, Îranê di 12 rojan de 54 mûşek û 69 dron avêtine Qeterê.
Welat rojane dron û mûşekan têk dibe. Ji ber êrişan, zeviya herî mezin a gazê ya li Qeterê hat girtin.
Vê yekê bandor li bihayê gaza xwezayî ya li cîhanê jî kir.
Êrişên li ser Siûdiyeyê
Her îro, Wezareta Parastinê ya Siûdiyeyê di çend daxuyaniyan de têkbirina 7 mûşekên Îranê ragihand.
Wezaretê diyar kir, "Şeş ji wan mûşekan avêtine Baregeha Asmanî ya Emîr Siltan a li parêzgeha Xerecê.
Her wiha mûşeka heftem jî avêtine navçeyên rojhilatê Siûdiyeyê."
Siûdiye jî yek ji wan welatan e ku di 12 rojên borî de rûbirûyî gelek êrişên Îranê bûye.
Li gorî amarên fermî yên welêt, di wê demê de 10 mûşek û 105 dron avêtine Siûdiyeyê.
Roja sêşemê Wezareta Parastinê ya Siûdiyeyê ragihand, "Sê dron li parêzgeha Xerecê hatin xistin.
Her wiha du dronên din jî ber bi navçeyên rojhilatê Siûdiyeyê ve diçûn. Li navçeya Rebeyê jî du dronên din hatin têkbirin."
Ev yek di demekê de ye ku Siûdiyeyê tenê roja duşemê 23 dronên Îranê xistin û têk birin.
Rewşa li Îmaratê
Li gorî Buroya Ragihandinê ya Hikûmeta Dubaiyê, berbanga çarşemê du dron hatin têkbirin lê di encama ketina wan de 4 kes birîndar bûn.
Buroyê piştrast kir ku çûnûhatina firokeyan a li balafirgehê asayî ye û tiştek neguheriye.
Her wiha Wezareta Parastinê ya Îmaratê li ser Xê ragihand, "Êrişên mûşekî û dronên Îranê bi serkeftî hatin têkbirin.
Ew dengên ku li deverên cihê dihatin bihîstin, ji ber têkbirina mûşek û dronan a ji aliyê pergala parastina asmanî ve bûn."
Li aliyê din, li gorî Rêxistina Bazirganiya Deryayî, li rojavayê Mîrgeha Resulxeymeyê bi 40 kîlometreyan dûrî bejahiyê keştiyek bi hawanan hat armanckirin lê ti zerer çênebû.
Di 12 rojên borî de Îranê 262 mûşekên balîstîk, 1475 dron û 8 mûşekên krûzê avêtin Îmaratê.
Wezareta Parastinê ya Îmaratê ev amar piştrast kirin.
Wezaretê diyar kir, "Me 241 mûşek têk birin, 19 mûşek li deryayê ketin û 2 mûşek jî li ser xaka welêt ketin."
Lê belê Wezaretê behsa encamên ketina mûşekan nekir.
Wezaretê li ser dronan jî got: "Ji 1475 dronên ku avêtin welêt 1385 dron hatin têkbirin. 90 dron li deverên cuda ketin û 8 mûşekên krûzê jî hatin têkbirin."
Kuweyt: Me 8 dron xistin
Di heman demê de li Kuweytê, Pasdarên Niştimanî yên Kuweytê îro çarşemê ragihand ku wan 8 dron xistine.
Medyaya fermî ya Kuweytê ji zarê Berdevkê Pasdarên Niştimanî Emîd Cedan Fazil ragihand:
"Li navçeyên cuda 8 dron hatin xistin, hewlên me ji bo xurtkirin û parastina asayîşa navçeyan e."
Ev yek di demekê de ye ku medyaya Îranê ragihand, bi 2 mûşekan êrişî baregeha Amerîkayê ya li Arifcanê hatiye kirin.
Bi giştî Îranê di 12 rojan de 237 mûşek û 445 dron avêtin Kuweytê û piraniya wan hatin têkbirin.
Behreyn û Urdin jî bûn armanc
Îro çarşemê Wezareta Karên Navxwe ya Behreynê zengilê hişyariyê ji bo xelkê lêda da ku li cihên ewle bimînin, ji ber ku welat rûbirûyî êrişên mûşekî û dronan bû.
