Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya Operasyona Xezeba Destanî (Epic Fury) de ku li dijî Îranê hatiye destpêkirin, heta niha 60 keştî jî di nav de zêdetirî 5 hezar û 500 cihên li Îranê hatine hedefgirtin.
Brad Cooperê ku operasyonê bi rê ve dibe, êrişên li dijî Îranê nirxandin.
Brad Cooper diyar kir ku kapasiteya şer a Îranê bi awayekî sîstematîk tê rûxandin.
Wî got, "Gava ku hêza şer a Amerîkayê zêde dibe, hêza şer a Îranê paş ve diçe."
"Rejîma Îranê xwe li pişt sivîlan vedişêre"
Amiral Cooper ragihand ku hêzên asmanî bêyî rawestan mûşekên balîstîk, dron û binesaziya pîşesaziya parastinê ya Îranê hedef digirin.
Cooper eşkere kir ku balafirên şer kargeheke mezin a hilberîna mûşekên balîstîk hedef girtiye û wiha domand:
"Ez dikarim êrişên me wekî êrişên encamgir û dînamîk pênase bikim. Ji 24 saetên ewil û vir ve êrişên Îranê yên bi mûşek û dronan gelekî kêm bûne."
Amiralê Amerîkayî Îran bi wê yekê tohmetbar kir ku bi zanebûn sivîlên bêguneh ên li welatên Kendavê hedef digire.
Wî destnîşan kir ku birêvebiriya Tehranê ji bajarên qerebalix êrişan pêk tîne û xwe li pişt gelê xwe vedişêre.
Keştiyên Suleymanî ji kar ketin
Cooper da zanîn ku hêzên deryayî ji bo pêkanîna ewlehiya Tengava Hurmizê û avên navneteweyî dixebitin.
Wî ragihand ku derbên giran li hêzên deryayî yên Îranê hatine xistin.
