Hewlêr (Rûdaw) - Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku wekî komên nêzîkî Îranê tên naskirin, hişyarî da serkirdeyê Sûriyeyê Ehmed Şer.
Komê ragihand ku her tevgera leşkerî ya li hemberî Libnanê wekî "ragihandina şer a li dijî eniya berxwedanê" tê hesibandin.
Berxwedana Îslamî ya Îraqê 11ê Adara 2026an daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Komê di daxuyaniyê de hişyariyên tund dan birêvebiriya nû ya Sûriyeyê.
“Tevgera li dijî Libnanê ragihandina şer e”
Di daxuyaniyê de ji bo Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer navê wî yê berê "Ebû Mihemed Colanî" hat bikaranîn û wiha hat gotin:
"Sedem çi be bila bibe, her tevgera ku bi hevahengî bi Amerîka û Îsraîlê re li dijî xaka Libnanê were kirin, wekî ragihandina şer a li dijî hemû eniya berxwedanê tê qebûlkirin."
Divê were bibîrxistin ku artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li ser pêgehên Hizbulahê yên li başûrê Libnanê zêde kirine.
Hizbulahê di şerê ku 28ê Sibata 2026an di navbera Îran û hevpeymaniya Amerîka-Îsraîlê de derketibû de piştgiriya xwe ji bo Îranê ragihandibû.
