Hewlêr (Rûdaw) - Cîhan çavê xwe daye ziyanên canî û leşkerî yên şerê di navbera hevpeymaniya Amerîka-Îsraîl û Îranê de.
Lê pisporên jîngehê li ser karesateke din hişyariyê didin ku ew jî wêranbûna xweza û têkçûna avhewaya herêmê ye.
Ji sotemeniya balafirên bombeavêj bigire heta bi dûxana reş û tarî ya depoyên petrolê, ji bo jîngeha herêmê bûne gef.
Mamosteyê Zanîngeha Queen Maryyê ya Londonê Benjamin Neimark li ser mijarê axivî.
Benjamin Neimark ragihand ku balafirên Amerîka û Îsraîlê ji bo ku bigihin herêma Kendavê û êriş bikin, gelek sotemeniyê bi kar tînin.
Şerê Xezeyê bûye sedema belavbûna nêzîkî 33 milyon ton gaza karbondîoksîdê.
Ev jî bi qasî gaza 7,6 milyon otomobîlan a di salekê de ye.
Her wiha şerê Ukraynayê jî bûye sedema belavbûna 300 milyon ton gaza jehrawî.
Tê pêşbînîkirin ku şerê Îran û Amerîkayê ji ber bikaranîna balafirên B-2 û keştiyên qerase, van rekoran li pey xwe bihêle.
Keştiyên balafirhilgir wekî bajarên li ser avê ne
Keştiyên balafirhilgir ên Amerîkayê wekî "bajarekî li ser avê" ne.
Ji bo kareba, xwarin û hewirandina leşkeran pêwîstiya wan bi enerjiyeke gelekî mezin heye.
Ev jî bi piranî bi rêya jeneratorên benzînê tê dabînkirin.
Tengava Hurmizê û depoyên petrol û gazê yên herêmê bûne hedefên sereke.
Neimark li ser vê yekê got:
"Ev şer cuda ye çimkî parzûngeh (rafînerî) dibin armanc. Ew pêtên êgir ên ku ji wan bilind dibin kujer in û ji bo avhewayê baceke wan a giran heye."
Di Şerê Yekem ê Kendavê yê sala 1991ê de, şewitîna bîrên petrolê yên Kuweytê 130-400 milyon ton gaza jehrawî belav kir.
