Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku wan Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî kuştiye.
Divê were gotin ku Îranê heta niha ev nûçe piştrast nekiriye.
Medyaya Îsraîlê ragihandibû ku Elî Larîcanî şeva borî bûye hedef.
Desteya Weşana Îsraîlê li ser zarê berpirsekî welatê xwe nûçeyek belav kir.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku şeva borî di êrişeke asmanî de Elî Larîcanî hatiye armanckirin.
Medyaya Îranê red kir
