Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, gef li Partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar û got, “Hinek rêxistinên wekî PJAK û Komaleyê ber bi aliyê Îsraîlê ve diçin.”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îro piştî civîna Desteya Birêvebir a Navendî (MYK) ya partiya xwe, li Enqereyê daxuyaniyek da rojnamegeran û derbarê rûdanên dawî yên li herêmê axivî.
"Divê em cudahiyê bixin navbera Kurdan û wan rêxistinan"
Omer Çelîk destnîşan kir ku di medyaya nêzîkî Îsraîlê de nûçeyên bi rengê "Kurdên Îranê dê li dijî rejîmê serî hildin" tên belavkirin û got:
“Divê em cudahiyekê bixin navbera birayên me yên Kurd ên li Îranê û wan rêxistinên ku îdia dikin nûnerên Kurdan in lê bi derdorên Siyonîst re di nav pêwendiyan de ne.
Birayên me yên Kurd ên li wir, bi sedsalan e bi esaleta xwe çanda xwe diparêzin û nakevin nav lîstikên wiha.
Em dizanin ku Îsraîl li herêmê zextê li hinek aliyan dike ku li dijî Îranê çalakiyan bikin.”
Çelîk gef li hinek partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar û got:
“Hinek rêxistinên wekî PJAK û Komaleyê ber bi aliyê Îsraîlê ve diçin.
Ev yek, dubarekirina wê aqûbeta ku berê hatibû serê wan e.”
