Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên Amerîkayî ji malpera Axiosê re ragihand ku piştî sê heftiyên şer, îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser qonaxa bê û şêwazê dan û standinên aştiyê yên bi Îranê re dest bi amadehiyên destpêkê kiriye.
Çavkanî amaje bi wê yekê dikin ku zavayê Trump Jared Kushner û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Wittkoff tevlî amadehiyên bingehên dîplomasiyê yên ji bo bidawîkirina vî şerî bûne.
Li gorî zanyariyên berpirsekî Amerîkayî, her çi qas Trump roja înê gotiye ku ew li ser "kêmkirina" şer difikirin lê berpirsên Washingtonê hîn jî li bendê ne ku şer du-sê heftiyên din bidome.
Li gorî çavkaniyan, her rêkeftina ji bo bidawîkirina şer divê vekirina Tengava Hurmizê, çarenivîsa uranyûma meyandî û rêkeftineke demdirêj a li ser bernameya atomî, mûşekî û wekîlên Îranê yên li herêmê li xwe bigire.
Tevî ku peywendiyeke rasterast di navbera Tehran û Washingtonê de nînîn, Misir, Qeter û Brîtanya peyaman di navbera her du aliyan de vediguhêzin.
Tehranê ragihandiye ku ew dixwazin dan û standinan bikin lê şertên wan ên giran hene; wekî agirbest, garantiya dubarenebûna şer û wergirtina qerebûyê.
