Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Qeterê helîkoptereke leşkerî ketiye xwarê.
Di qezayê de leşkerekî Tirkiyeyê û 2 karmendên ASELSANê mirine.
Wezareta Karên Navxwe ya Qeterê diyar kir ku helîkoptereke leşkerî vê sibehê di dema peywireke asayî de ji ber arîzeya teknîkî ketiye nav avên herêmî yên welêt.
Wezaretê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de termên 6 kesan hatine dîtin.
Hat diyarkirin ku di helîkopterê de 7 kes hebûne û ji bo dîtina kesê dawî jî xebat didomin.
Wezareta Parastinê ya Qeterê jî berê daxuyandibû ku helîkopter di dema peywireke asayî de ji ber arîzeya teknîkî ketiye deryayê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kiriye.
Helîkopter a Qeterê ye
