Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Niştecihkirinê yê Brîtanyayê Steve Reed ragihand ku mûşekeke Îranê beriya ku bigihê Diego Garciayê ketiye û mûşekek din a Îranê jî hatiye xistin.
Wezîrê Niştecihkirinê yê Brîtanyayê diyar kir ku yek ji mûşekên ku Îranê avêtine baregeha leşkerî ya hevbeş a Brîtanya û Amerîkayê ya li Okyanûsa Hindî kiribû, beriya ku bigihe armanca xwe ketiye û mûşekekî din jî li asman hatiye xistin.
Steve Reed ji BBCyê re got, "Nirxandina me ew e ku Îraniyan bi dilniyayî baregeha Diego Garciayê armanc kiriye."
Ev baregeha leşkerî nêzîkî 4,000 kîlometreyan dûrî axa Îranê ye.
Wezîrê Brîtanyayê amaje bi wê yekê kir ku Îran "bi awayekî bêarmanc" mijûlî avêtina mûşekan e li seranserê herêmê û got, "Em ji ber rûdanê şaş nebûn."
Baregeha Diego Garciayê ya li giravên Chagosê, yek ji wan du baregehan e ku Brîtanyayê destûr daye Amerîka ji bo encamdana "operasyonên parastinê" di şerê li dijî Îranê de bi kar bîne.
Doh berê sibehê rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkayê belav kiribû ku Tehranê du mûşekên balîstîk avêtinê wê baregehê ku balafirên şer ên Amerîkayê lê ne.
