Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya operasyona li Îranê de, heta niha zêdetirî 200 keştî û balafirên barhilgir çek û teqemenî veguhestine Îsraîlê.
Her wiha artêşa Îsraîlê diyar kir ku tabûrên Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ji bo ku şer bidome pêdiviyên leşkerî dabîn dikin.
Fermandarekî artêşa Îsraîlê yê berpirsê tabûra veguhestina ewle ya Wezareta Parastinê daxuyaniyek da û ragihand:
"Ji destpêka operasyonê ve tîmên me bi şev û roj dixebitin.
Di hemû şertên avhewayê de û carinan jî di bin bombebaranê de, em wan teqemeniyan werdigirin ku ji bo artêşê tên."
Zêdetirî 200 keştî û balafir gihîştine
Fermandarê Îsraîlî eşkere kir ku heta niha zêdetirî 200 keştî û balafir gihîştine.
