Hewlêr (Rûdaw) - Tom Barrack ragihand ku Sûriye niha derfeta herî mezin a jeopolîtîk e û got, "Sûriye bûye welatê herî aram ê Rojhilata Navîn."
Ev yek piştî guherîneke dîrokî hat ku di civîneke şevê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê demkî yê Ehmed Şer a li Riyadê çêbû.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack destnîşan kir ku çîroka îro ya Sûriyeyê çîroka serkirdayetiyeke bêhempa ye û ev yek di bin siya Ehmed Şer û tîma wî de bi pêş ketiye.
Barrack da zanîn ku wan ji bo danîna pencemoreke nû ya dîrokî ev serkêşî kir.
Civîna dîrokî
Tom Barrack li ser Sûriyeyê zêdetir axivî û anî ziman:
"Vê pêvajoyê meha Hezîranê dest pê kir.
Wê demê Serok Trump li Riyadê ji balafira xwe peya bû.
Şehzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman ji Trump re got ku ew dixwaze wî bi kesekî bide naskirin."
Barrack diyar kir ku demjimêr 00:45ê Ehmed Şer gihîşt cem Trump û da zanîn:
"Li wir yekser telefonî Serok Erdogan hate kirin.
Serok Trump tenê di nava 96 xulekan de, li ser bingeha hestkirina bi rewşa herêmê biryar da.
Trump got, 'derfetê bidin Sûriyeyê û vî xortî'."
Çareseriya Tengava Hurmizê û Deryaya Sor
Balyozê Amerîkayê diyar kir ku pîşesaziya enerjiyê ya li herêmê guheriye, berê "pêşîniya dabeşkirinê" hebû lê niha "pêşîniya ewlehiyê" heye.
Wî tekez kir ku ji ber pirsgirêkên Tengava Hurmizê û Deryaya Sor, pêwîstiya cîhanê bi "deriyekî piştê" heye.
Li gorî wî, ji aliyê cografî û jeopolîtîk ve tenê Sûriye dikare bibe çareseriya cihgir.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack got:
"Heke berî 15 mehan kesekî bigota dê Sûriye bibe welatê herî aram ê herêmê kesî jê bawer nedikir."
Dûrbûna ji xeletiya kujer a Îraqê
