Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Amerîka û Erebistana Siûdî diyar kir ku roja înê mûşekeke Îranê li Baregeha Asmanî ya "Şah Siltan" a li Erebistana Siûdî ketiye.
Di encama vê êrişê de ku dronên bombekirî jî tê de hatibûn bikaranîn, 12 leşkerên Amerîkayê jî birîndar bûne û zerer gihîşt çend balafirên petrolê yên Amerîkayê.
Hûsiyên Yemenê tevlî şer bûn
Artêşa Îsraîlê berê sibehê roja şemiyê daxuyand ku mûşekekî ji Yemenê hatibû avêtin dîtine.
Pişt re saet li dora 10:00an, Hûsiyan ragihand ku ew tevlî şer bûne û wan êrişî Îsraîlê kiriye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) doh eşkere kir ku piştî derbasbûna çar hefteyan di ser Şerê Îranê re hejmara leşkerên Amerîkî yên birîndar ji 300 kesî derbas bûye.
Pentagon niha li ser şandina 10 hezar leşkerên din ên bejayî ji bo Rojhilata Navîn lêkolînê dike.
Pirsgirêka 'baca Hurmizê' û dawiya şer
