Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê hişyariyeke tund da Amerîka û Îsraîlê û ragihand ku eger ew li binesaziya Îranê bixin, ew dê hemû berjewendî û saziyên wan ên li herêmê tune bikin.
Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Îbrahîm Zulfîqarî daxuyaniyek belav kir.
Ev daxuyanî wekî bersiva gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku gotibû ew dê li stasyonên enerjiyê bixin.
Zulfîqarî di berdewamiyê jî de got, "Em rê nadin ti gefê. Eger ew gef werin pêkanîn, hêzên me yên çekdar dê ne tenê binesaziya Îsraîlê lê hemû navendên aborî û baregehên Amerîkayê yên li herêmê bi tundî bikin armanc."
Gef li welatên herêmê hatin xwarin
Di daxuyaniyê de hişyariyeke tund ji bo wan welatan jî hebû ku baregehên Amerîkayê lê ne.
Îbrahîm Zulfîqarî di berdewamiyê jî de got, "Ew welatên herêmê yên ku baregehên Amerîkayê li ser axa wan in, eger naxwazin zererê bibînin, divê Amerîkiyan neçar bikin ku ji welatê wan derbikevin."
Zulfîqarî tekez kir ku bersiva Îranê dê "berfirehtir û kujertir" be û hevpeymanên Amerîkayê jî dê ji van êrişan nefilitin.
