Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên çekdar ên Îranê ragihand ku wan heta niha 9 balafirên şer ên Amerîkayê li asmanê Îranê û Kendavê xistine lê Amerîkayê ev îdia red kirin.
Destê sibehê Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand:
"Balafira duyem a şer a pir bipêşketî ya Amerîkayê ya cureyê F-35, li asmanê navenda Îranê ji aliyê pergala nû ya parastina asmanî ya Supaya Pasdaran ve hat xistin."
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyeke kurt belav kir û got:
"Ew îdiayên ku behsa xistina balafirên me dikin derew in û balafirên me niha li ser karê xwe ne."
Îran: Me 9 balafir xistin
Li gorî daxuyaniyên ku heta niha ji aliyê Supaya Pasdaran û hêzên çekdar ên Îranê ve hatine belavkirin, ji destpêka şer ve 9 balafirên şer ên Amerîkayê hatine têkbirin.
Supaya Pasdaran diyar kir ku wan heta niha 4 balafirên şer ên F-15 xistine ku sê ji wan li Kuweytê bûne.
Wê demê CENTCOMê derbarê wan balafirên ku li Kuweytê zerer dîtibûn ragihandibû ku zerer ji ber xebata pergala parastinê ya Kuweytê çêbûye, ne ji ber êrişa Îranê.
