Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, di demekê de ku krîza li Tengava Hurmizê didome, bal kişand ser derbasgeheke din a krîtîk a avê ku ew jî Tengava Babul Mendebê ye.
Parvekirina Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf a li ser kel û pelên stratejîk ên ku di wê tengavê re derbas dibin, pirsa "Gelo dorpêçeke nû di rê de ye?" anî rojevê.
Di meha duyem a operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê de, birêvebiriya Tehranê destdana ser "rehên hestyar" ên aboriya cîhanê didomîne.
Di demekê de ku Tengava Hurmizê bi pratîkî girtî ye û çûn û hatina keştiyan ji sedî 95 kêm bûye, ji Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf parvekirineke balkêş hat.
Qalîbaf îşaret bi xala qels a stratejîk kir
Qalîbaf li ser hesabê xwe yê medyaya civakî 2 pirsên ku giraniya barkirina cîhanî ya li ser Tengava Babul Mendebê dipirsin, parve kirin:
"Çi qas ji veguhastina petrol, LNG, genim, birinc û gubreya cîhanê di Tengava Babul Mendebê re derbas dibin?
Kîjan welat û şirket di ser vê tengavê re xwedî qebareya herî zêde ya derbasbûnê ne?"
Analîstên leşkerî dinirxînin ku ev pirsên Qalîbaf ne tenê ji bo meraqê ne, gefeke nerasterast a li ser aboriya Rojavayê û "nîşandana armancê" ye.
Rehê bazirganiya cîhanî
Tengava Babul Mendebê ya ku di navbera Nîvgirava Ereban û Afrîkayê de ye, wekî deriyekî stratejîk e ku Deryaya Sor bi Okyanûsa Hindê ve girê dide.
