Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di roja 40î ya şer de daxuyaniyek da.
Konseyê ragihand ku Îran û "Eniya Berxwedanê" gihiştine armancên xwe yên leşkerî.
Konseyê diyar kir ku Amerîkayê 10 mercên ku Tehranê pêşkêş kirine wekî bingeha dan û standinan qebûl kirine.
Her wiha Konseyê ji bo hevdîtinên ku dê Înê 10ê Nîsanê li Îslamabadê dest pê bikin 2 hefte dem da.
Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê derbarê şerê bi Amerîka û Îsraîlê re daxuyaniyeke berfireh a "serkeftinê" belav kir.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku “hêzên dijmin” ev zêdetirî mehekê ye ji bo agirbestê "lavlavê dikin" lê Tehranê heta niha di çarçoveya armancên xwe yên stratejîk de ev daxwaz red kirine.
"Dijmin di nav bêçaretiyeke dîrokî de ye"
Di daxuyaniya Konseyê de hat gotin ku Îranê heta niha hemû multîmatomên Serokê Amerîkayê Donald Trump red kirine û cih da van gotinan:
"Em mizgîniyê didin miletê mezin ê Îranê, hema bêje hemû armancên şer pêk hatin, zarokên we yên qehreman dijmin xist nav bêçaretiyeke dîrokî û têkçûneke mayînde.
Biryara Îranê ew e ku vî şerî bidomîne heta ku destkeftiyên wî bên tescîlkirin û li herêmê hevkêşeyeke nû ya ewlehiyê ya li ser bingeha serweriya Îran û Eniya Berxwedanê bê avakirin."
Mercên Tehranê yên li ser maseyê
Di daxuyaniyê de cara yekem hûrgiliyên plana aştiyê xal bi xal hatin eşkerekirin.
Ev plan bi rêya Pakistanê ji Washingtonê re hatibû şandin û hatiye diyarkirin ku "Amerîkayê wekî bingeha dan û standinan qebûl kiriye."
Mercên Îranê ev in:
Kontrola teqez a li Hurmizê: Derbasbûna di Tengava Hurmizê re divê bi hevahengî û kontrola Hêzên Çekdar ên Îranê bê kirin.
Parastina Eniya Berxwedanê: Rawestandina şerê li dijî hemû hêmanên Eniya Berxwedanê, di nav de Libnan, Yemen û Îraq jî hene.
