Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Tengava Hurmizê dest bi paqijkirina mayînan kiriye.
CENTCOMê eşkere kir ku îro du keştiyên şer ên Amerîkayê li herêmê dest bi operasyonê kir.
Keştiyên bi navê USS Frank E. Peterson (DDG 121) û USS Michael Murphy (DDG 112) di Tengava Hurmizê re derbas bûn û li Kendavê dest bi kar kir.
Armanca sereke ya vê operasyonê ew e ku tengav ji mayînên deryayî were paqijkirin.
Ev mayîn berê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê ve hatibûn danîn.
Rêyeke nû û ewle
Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper li ser operasyonê daxuyanî da.
Cooper diyar kir ku wan dest bi vekirina rêyeke nû kiriye û got:
"Em dê di demeke nêzîk de vê rêya ewle bi pîşesaziya deryayî re parve bikin da ku çûn û hatina bazirganiyê ya azad were teşwîqkirin."
