Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, êrişî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û wî bi piştgiriya Îranê û kuştina Kurdan tohmetbar kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser hesabê Xê daxuyaniyek belav kir.
Netanyahu ragihand, Îsraîl di bin serokatiya wî de dê li dijî "rejîma terorîst a Îranê" û hemû wekîlên wê yên li herêmê têkoşîna xwe bidomîne.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku agirbesteke 14 rojî di navbera Washington û Tehranê de hatiye ragihandin, lê Îsraîl tekezî li ser domandina operasyonên xwe dike.
"Erdogan welatiyên xwe yên Kurd qir dike"
Serokwezîrê Îsraîlê bi tundî rexne li helwestên Serokkomarê Tirkiyeyê girt û got ku Îsraîl ne wekî Erdogan e.
Netanyahu got, "Di bin serokatiya min de, Îsraîl dê şerê xwe yê li dijî rejîma terorê ya Îranê û wekîlên wê bidomîne.
