Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî û Pakistanê rêkeftineke parastinê ya dîrokî mohr kir ku tê de hatiye diyarkirin:
"Her êrişa li ser yekî ji wan, wekî êrişa li ser yê din tê hesibandin."
Ev gav wekî peyameke "rêlibergirtinê" ji bo wan aliyan tê dîtin ku xetên sor derbas dikin û destdirêjiyê dikin ser ewlehiya herêmê.
Îsraîlê êrişî serkirdeyên Hemasê yên li Qeterê kir ku Qeter yek ji hevalbendên sereke yên Amerîkayê ye.
Tenê hefteyek piştî wê êrişê, Erebistana Siûdî wekî hevalbendeke din a Washingtonê, rûyê xwe zivirand Rojhilat û rêkeftineke "parastinê ya hevbeş" li gel Pakistanê mohr kir ku Pakistan yekane dewleta Misilman e ku xwedî çekên atomî ye.
Rêkeftineke bêwêne ya li derveyî sîwana Amerîkayê
17ê Îlona 2025an, Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, rêkeftinnameya parastina stratejîk a hevbeş mohr kir.
Wê demê her du welatan ragihand ku ev gav ji bo bipêşxistina hevkariyên parastinê û xurtkirina rêlibergirtina hevbeş a li hemberî her êrişê ye.
Ev yekemîn rêkeftina bi vî rengî ya Erebistana Siûdî ku li gel hêzeke ne-Ewropî û ne-Rojavayî û li derveyî sîwana ewlehiyê ya Amerîkayê hatiye kirin.
Giringiya wê di wê de ye ku hêzeke mezin a aborî û petrolê (Siûdî) bi hêzeke atomî (Pakistan) ve girê dide. Ev yek hevsengiyên li Rojhilata Navîn û Başûrê Asyayê diguherîne.
Li gorî rêkeftinê, her du welat pêbendî van xalan dibin:
- Parastina hevbeş di dema her êrişa derve de.
- Hevahengiya îstixbaratî û rahênanên leşkerî yên hevbeş.
- Dabînkirina hêsankariyên lojîstîk ji bo hev.
- Sîwana atomî û xetên sor
Niha nêzîkî 2,000 leşkerên Pakistanî ji bo rahênanê li Erebistana Siûdî ne lê rêkeftin xwedî rehendên din e:
• Rêlibergirtina klasîk: Hevahengiya di operasyonên bejahî, deryayî û asmanî û parastina mûşekî de.
• Rêlibergirtina neklasîk: Her çend bi awayekî fermî nehatibe ragihandin jî, ev rêkeftin zemînê xweş dike ku Erebistana Siûdî bikeve bin "sîwana atomî ya Pakistanê."
• Ewlehiya sîberê: Rûbirûbûna gefên elektronîk ên li ser binesaziya her du welatan.
