Hewlêr (Rûdaw) - Dorpêça Amerîkayê ya li ser Tengava Hurmizê dest pê kir.
Fîloya Amerîkayê ragihand ku ew dê operasyonan li dijî keştiyên ku bi Îranê re kar dikin pêk bîne.
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku ew dê midaxaleyî wan keştiyan bikin ku li Deryaya Umanê heqê derbasbûnê didin Îranê.
Li benderên Îranê û derdora Hurmizê qedexeyên deryayî
Rêxistina Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) derbarê dorpêça Amerîkayê de hişyariyek weşand.
Di hişyariyê de hat gotin ku wan agahî wergirtiye ku îro, qedexeyên li ser çûn û hatina deryayî yên ku bender û herêmên beravê yên Îranê li xwe digirin, ketine meriyetê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev qedexe Kendava Besreyê, Kendava Umanê û xalên li rojhilatê Tengava Hurmizê jî li xwe digire û hat gotin:
"Ev qedexeyên hanê, ala wan çi dibe bila bibe, bêyî cudahîkirinê li ser hemû keştiyên ku bi bender, termînalên petrolê yan jî tesîsên beravê yên Îranê re di nav çalakiyan de ne, tên bicihanîn."
