Hewlêr (Rûdaw) - Piştî temambûna karên nûjenkirinê, keştiya herî mezin a balafiran a Amerîkayê careke din vegeriya avên Rojhilata Navîn.
Hevdem berpirsên leşkerî yên Amerîkayê eşkere dikin ku keştiya balafiran a sêyem a welatê wan ber bi herêmê ve bi rê ketiye.
Du berpirsên leşkerî yên ji Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) ji bo Associated Pressê (AP) ragihand ku keştiya "USS Gerald Ford" a ku berê li Deryaya Navîn bû, di Kanala Suweyşê re derbas bûye.
Ew niha li gel keştiyên şer ên bi navên "USS Mahan" û "USS Winston Churchill" li Deryaya Sor bi cih bûye.
Vegera keştiya "Gerald Ford" a Deryaya Sor piştî wê yekê tê ku zêdetirî mehekê li Deryaya Navîn mabû.
Sedema vê yekê jî agirê ku di beşa cilşûştinê ya keştiyê de derketibû.
Ji ber wî agirî ew neçar mabû ku ji bo çêkirin û nûjenkirinê herêmê biterikîne.
