Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê îdia kir ku hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran rê li ber hêzên Amerîkayê girtiye ku dixwestin li Deryaya Umanê midaxaleyî keştiyeke bazirganiyê ya Îranê bikin û hêzên Amerîkayê neçarî vekişînê kirine.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya nîvfermî ya Îranê roja yekşemê belav kirine, hêzên deryayî yên Amerîkayê zext li keştiyeke bazirganiyê ya Îranê kiriye.
Li gorî nûçeyî dema keştiya Îranê li Deryaya Umanê diçû, hêzên Amerîkayê xwestiye ew vegere avên xwe yên herêmî û ji bo sekinandina keştiyê guleyên hişyariyê berdane.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran bi lezgînî çûne cihê bûyerê û keştiya Îranê parastiye.
Medyaya Îranê îdia kir ku piştî vê gavê hêzên Amerîkayê neçar mane herêmê biterikînin û vekişin.
Tolhildana keştiyên Brîtanya û Hindistanê
Ajansa Mehrê ragihand ku ev midaxaleya Amerîkayê ya li hemberî keştiya bazirganiyê "tolhildanek" e.
Li gorî nûçeyê, ev pêngava hêzên Amerîkayê bersivek e ji bo girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Îranê ve û vegerandina keştiyên bazirganiyê yên Brîtanya û Hindistanê ya ji aliyê Supaya Pasdaran ve.
