Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Kendava Umanê dest daniye ser keştiyeke barhilgir a Îranê.
Donald Trump derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.
Trump diyar kir ku keştiya bi navê “TOUSKA”yê hewl daye dorpêça deryayî ya Amerîkayê derbas bike lê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê pêşî li wê girtiye.
"Wan guh neda hişyariyan"
Trump di daxuyaniya xwe de anî zimên, "Îro keştiyeke barhilgir a bi navê TOUSKAyê ku ala Îranê li ser e, nêzîkî 274 metreyan dirêj e û giraniya wê hema bêje bi qasî keştiyeke firokehilgir e, hewl da dorpêça me ya deryayî derbas bike lê ev yek ji bo wan baş bi dawî nebû.
Keştiya wêranker a mûşekavêj a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê USS SPRUANCEyê li Kendava Umanê pêşî li TOUSKAyê girt û ji bo rawestandinê hişyariyeke zelal da wan."
