Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan dest daniye ser 2 keştiyên ku "ewlehiya deryayî xistiye metirsiyê".
Hat diyarkirin ku yek ji wan keştiyan bi Îsraîlê re têkildar e.
Fermandariya Hêzên Deryayî ya Supaya Pasdaran li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan midaxeleyî keştiyên bi navên "MSC-Francesca" û "Epaminodes" kiriye.
Supaya Pasdaran îdia kir ku wan keştiyan bêyî destûrên pêwîst û bi manîpulekirina pergalên navîgasyonê ewlehiya deryayî xistiye metirsiyê.
Di daxuyaniyê de keştiya "MSC-Francesca" wekî keştiyeke "bi Îsraîlê re têkildar" hat pênasekirin.
