Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe ya herî nû de ragihand ku ji bo bidawîkirina şerê li gel Îranê ti leza wî nîne û got, "Hemû wextê cîhanê di destê min de ye lê Îran wextê wê nîne."
Wî her wiha tekez kir ku hêza deryayî û asmanî ya Îranê bi temamî hatine tunekirin.
Rexne li medyayê girt
Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Socialê, rexne li beşek ji medyayên Amerîkayê girt ku dibêjin "leza wî heye şer biqedîne."
Trump di peyama xwe de rewşa niha ya artêşa Îranê jî eşkere kir û wiha nivîsî:
"Ji bo wan kesên ku New York Timesa têkçûyî dixwînin, yan li nûçeyên sexte yên CNNê dinêrin û bawer dikin ku 'leza min heye' da ku ez dawî li şerê li gel Îranê bînim (heke hûn navê wê deynin şer!), ji kerema xwe re bizanibin ku di dîroka vî erkî de dibe ku herî kêm guvaş li ser min hebe.
Hemû wextê cîhanê di destê min de ye lê wextê Îranê nîne — wext ber bi xelasbûnê ve diçe!"
