Hewlêr (Rûdaw) - Piştî daxuyaniya Amerîkayê ya ku dê piştgiriyê bide derketina keştiyên asêmayî yên li Tengava Hurmizê, Fermandariya Navendî ya Xatemul Enbiyayê ragihand ku eger hêzên Amerîkayê nêzîk bibin ew dê wan bikin hedef.
Li gorî têlevîzyona dewletê ya Îranê, di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Xatemul Enbiyayê de hatiye destnîşankirin:
"Em hişyariyê didin ku eger her hêza çekdar a biyanî, bi taybetî jî artêşa dagirker a Amerîkayê, hewl bide nêzîk bibe an jî bikeve Tengava Hurmizê dê rastî êrişê were."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kontrola Tengava Hurmizê di destê Hêzên Çekdar ên Îranê de ye û divê derbasbûn jî di bin hevahengiya wan de bên kirin.
Her wiha bangî keştiyên li herêmê hat kirin ku "bêyî hevahengiyê derbas nebin û ewlehiya xwe nexin metirsiyê."
"Amerîka aboriya cîhanê dixe metirsiyê"
Di daxuyaniyê de her wiha hat bilêvkirin ku Amerîka bi "korsaniya deryayî" aboriya cîhanê dixe metirsiyê û Îran jî dê li hemberî her cure gef û êrişê bersiveke tund bide.
