Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Fransayê ragihand ku ji bo ducare misogerkirina azadiya bazirganiya deryayî û azadiya deryavaniyê ya li Tengava Hurmizê, keştiya balafirhilgir Charles de Gaulleyê ber bi başûrê Deryaya Sor ve bi rê ketiye.
Di daxuyaniya Serokkomariya Fransayê ya de hat eşkerekirin ku ev keştiya mezin a ku sembola hêza deryayî ya Fransayê ye, niha di Kanala Suweyşê re derbas dibe.
Ev gava birêvebiriya Parîsê di demekê de tê ku aloziya şer li Rojhilata Navîn gihîştiye lûtkeyê û Tengava Hurmizê ji ber şerê di navbera Amerîka û Îranê de hatiye girtin.
Koşka Elyseeyê bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku şandina keştiyê ya herêmê peyameke zelal a ji bo hemû aliyan dihewîne û hat gotin:
"Ev gav ne tenê nîşana amadehiya me ya ji bo parastina ewlehiya Tengava Hurmizê ye, her wiha nîşan dide ku şiyana me ya temam heye ku em vî erkî bi serkeftî bi cih bînin."
Ev liv û tevgera leşkerî wekî beşek ji plana "hêza deryayî ya hevbeş a navneteweyî" tê dîtin ku Parîs û London bi hefteyan e li ser dixebitin ku rê li ber xetimîna bazirganiya cîhanî bigirin.
