Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Libnanê di êrişeke Hizbulahê de 4 leşkerên wan birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Êrişa bi balafira bêmirov
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hizbulahê doh bi balafira bêmirov êrişî leşkerên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê kiriye.
Hat eşkerekirin ku di êrişê de rewşa yekî ji leşkeran giran e û 3 leşker jî bi sivikî birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, leşkerên birîndar ji bo tedawiyê veguhastine nexweşxaneyê.
