Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Ewlehiya Niştimanî ya Parlamentoya Îranê Elî Xiziryan hişyariyeke tund da Îmaratê.
Wî parlamenterî ragihand ku Îran dê ji niha û pê ve heman wê miameleya ku li gel Herêma Kurdistanê dike li gel Îmaratê jî bike û Îmaratê wekî "baregeha dijmin" pênase kir.
Endamê Komîteya Ewlehiya Niştimanî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Elî Xiziryan doh di hevpeyvîneke li gel televîzyona fermî ya welatê xwe de diyar kir ku siyaseta parastinê ya Îranê ya li hemberî Îmaratê bi temamî guheriye û biland:
"Siyaseta me ya li hemberî Îmaratê mîna ya li hemberî Herêma Kurdistanê ye, em êdî Îmaratê wekî 'baregeha dijmin' dibînin."
"Îmarat rasterast beşdarî şerê li dijî Îranê bûye"
Xiziryan Îmarat tohmetbar kir ku di alozî û pevçûnên dawî yên herêmê de hevkariyeke sîxurî û leşkerî ya "aloz" li gel dijminên Îranê kiriye û li pey çû:
"Gumaneke micid heye ku balafirên şer ên Îmaratê piştî ku alayên wan hatine rakirin, rasterast beşdarî êrişên li ser Komara Îslamî bûbin.
Ji bo me eşkere bûye ku ne tenê baregehên wan hatine bikaranîn, wan bi xwe jî rasterast şer kiriye."
"Hevkêşeya Herêma Kurdistanê ji bo Îmaratê jî derbasdar e"
