Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Reutersê li ser zarê du berpirsên ewlehiyê yên Sûriyeyê ragihand ku hêzên hikûmetê li Îdlibê çekdarên Ozbek desteser kirine.
Her wiha hat diyarkirin ku hêzên Sûriyeyê hêzên zêdetir li wê derê bi cih kirine.
Du berpirsên ewlehiyê yên Sûriyeyê ragihand ku hêzên Sûriyeyê li bakurrojavayê welêt operasyoneke pişkinînê kiriye.
Hat zanîn ku di vê operasyonê de çekdarên Ozbek hatine desteserkirin.
Sedema aloziyê çi ye?
Her du berpirs û xelkê deverê diyar kir ku alozî piştî hewldana desteserkirina çekdarekî derketiye.
Desthilatdaran xwestiye çekdarekî Ozbek desteser bikin ku bi guleberdana li nav bajarê Îdlibê dihat tohmetbarkirin.
Ji ber vê yekê, çekdarên Ozbek xwenîşandaneke bi çekan li dar xist û daxwaza berdana wî kir.
Çavkaniyên xwecihî û berpirsan anî zimên ku hêzên ewlehiyê li gundewarê Îdlibê dest bi operasyonên desteserkirinê kirine.
Bajarokên Kefriya û Fûayê jî di nav de, li hemberî çekdarên Ozbek ên ku beşdarî xwenîşandanan bûbûn operasyon hatin kirin.
Li derdora her du bajarokan hêzên zêde û karwanên leşkerî hatin bicihkirin.
Her wiha dengê teqînan hat bihîstin.
