Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack re civiya.
Di civînê de hewldanên ji bo xurtkirina hevkariya aborî ya di navbera Sûriye û Amerîkayê de hatin gotûbêjkirin.
Serokkomariya Sûriyeyê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serokê Dewletê Ehmed Şer li Qesra Gel a li Şamê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê qebûl kir.
Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve û Penaberan Esed Şeybanî jî amade bû."
Gotûbêjkirina hevkariya aborî
Di daxuyaniyê de her wiha ev agahî hatin dayîn:
"Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û ya herêmê hatin nîqaşkirin.
Rêyên bipêşxistina hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de û dosyeyên li ser berjewendiyên dualî hatin gotûbêjkirin."
Di dema şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, Tehranê wekî bersivdanê mûşek avêtibûn Kendavê, Îraqê û deverên din ên herêmê.
