Hewlêr (Rûdaw) – Şahiya nîşana karsazê Kurd ê ji Wanê Haydar Karayê wekî Kara Haydar (Heyderê Reş) û fenomena medyaya civakî Çagla Ozê li Stenbolê hat kirin.
Merasîm li oteleke luks a Stenbolê bi beşdariyeke berfireh a mêvanan hat lidarxistin
Di şahiyê de bi kîloyan zêr li bûkê hatin kirin û van dîmenan li ser torên civakî deng veda û bala xelkê kişand.
Dîlan Polat jî beşdar bû
Gelek hunermend, karsaz û navên navdar ên medyaya magazinê ya Tirkiyeyê beşdarî nîşana Haydar Kara û Çagla Ozê bûn.
Fenomena navdar Dîlan Polat û makyozê navdar Mustafa Aktaş jî di nav mêvanên taybet ên vê şahiyê de bûn.
