Hewlêr (Rûdaw) - Li Taylandê fosîlên cureyekî nû yê dînozorên giyaxwir ên stûdirêj hatin dîtin ku tê texmînkirin giraniya wî nêzîkî 27 tonî ye û dirêjiya wî digihêje bi dehan metreyan.
Tîmeke lêkolînê bi pêşengiya Zanîngeha College Londonê ya Brîtanyayê, 10 bermahiyên cuda yên fosîlan lêkolîn kirin.
Ev fosîl li herêma Chaiyaphumê ya li bakurrojhilatê Taylandê hatine derxistin û hestiyekî lingê yê bi dirêjiya 1,78 metreyî jî di nav wan de ye.
Zanayan navê "Nagatitan chaiyaphumensis" li vî cureyê nû yê dînozoran kir ku tê texmînkirin giraniya wî derdora 27 tonî ye.
Zanayan ragihand ku ev dînozor beriya 100 heta 120 milyon salî di serdema Kretaseyê de jiyaye.
Lêkoleran destnîşan kir ku ev cure, yek ji cureyên herî mezin ên dînozorên giyaxwir ên stûdirêj e ku li başûrrojhilatê Asyayê hatiye keşifkirin.
