Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber şewba Ebolayê "rewşa awarte ya gerdûnî" ragihand.
Ev şewb heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 80 kesî.
Tê gotin ku ji bo varyanta (cureyê) niha ya vîrusê ti derman yan jî vaksîn (derzî) nîne.
Ev varyant cara pêşîn li Kongoyê derketiye.
Birêvebirê Giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus eşkere kir ku ji ber şewba Ebolayê ya li Kongo û Ugandayê "rewşa awarte ya tenduristiya giştî" hatiye ragihandin.
Li aliyê din, rêxistinê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Rêxistinê bal kişand ser wê yekê ku ev şewb wekî Koronayê nabe pandemiyeke gerdûnî.
Her wiha WHOyê pêşniyar kir ku sînorên navneteweyî neyên girtin.
Rayedar dibêjin ku nexweşî cara pêşîn roja înê li parêzgeha Îturiyê belav bûye.
Ev parêzgeh dikeve rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê û nêzîkî sînorê Uganda û Sûdana Başûr e.
Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Afrîkayê (Africa CDC) roja şemiyê amarên nû belav kirin.
Li gorî amaran 336 pêketiyên gumanbar û 87 mirin hatine qeydkirin.
WHOyê destnîşan kir ku hema bêje hemû pêketî li Kongoyê ne û tenê 2 pêketî li Ugandaya cîran hatine dîtin.
Guman heye ku vîrus zêdetir belav bûbe
Ugandayê roja şemiyê piştrast kir ku nexweşekî ji Kongoyê hatiye li Kampalaya paytext canê xwe ji dest daye.
WHOyê ragihand ku li Kampalayê pêketiyekî din jî hatiye dîtin.
Her çi qasî têkiliyeke eşkere di navbera her du nexweşan de nehatibe dîtin jî her duyan ji Kongoyê çûne wir.
Birêvebirê Giştî yê WHOyê Tedros li ser belavbûna erdnîgarî ya nexweşiyê û hejmara pêketiyan daxuyanî da.
Tedros anî zimên ku di vî warî de gumanên wan ên zêde hene û got:
"Agahiyên li ser têkiliya pêketiyên gumanbar an jî yên hatine tesbîtkirin kêm in."
Li gorî WHOyê, zêdebûna pêketiyên li Îturiyê nîşan dide ku "dibe şewb ji ya ku heta niha hatiye tesbîtkirin gelekî mezintir be."
