Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtina li belavbûna Hantavîrusê 4 biryarên nû da ku di nav wan de destpêkirina hewleke berfireh a ji bo qirkirina mişk û cirdan heye.
Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Ajelan û Veterîneriyê yê Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Raber Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku komîteya zanistî ya birêvebiriyê derbarê Hantavîrusê civîna xwe yekem pêk aniye.
Raber Mihemed bal kişand ser wê yekê ku heta niha ji bo vê nexweşiyê ti derzî nînin û got:
"Ev nexweşî di navbera salên 1950 û 1953yan de li cîhanê belav bûye û sala 1978an li Koreya Başûr hatiye tespîtkirin.
Hantavîrus bi rêya mişkan û cirdan tê veguhastin."
Biryarên Wezareta Çandiniyê
Ji bo parastina tenduristiya giştî, Wezareta Çandiniyê biryar da ku ev gavên li xwarê werin avêtin:
Destpêkirina hewleke berfireh a ji bo qirkirina mişk û cirdan a li hemû saziyên fermî, taybet û ew cihên ku mişk û cird lê hene.
Pêwîst e li kargehên alifê çûkan, projeyên mirîşkan, serjêgehan, kargehên şîr û goşt û li qesaban madeyên qirkirina mişkan werin danîn.
