Hewlêr (Rûdaw) - Li Nîjeryayê ji ber nexweşiya taya Lassayê ya ku ji ajelan derbasî mirovan dibe, îsal hejmara miriyan gihşt 190î.
Navenda Kontrola Nexweşiyan a Nîjeryayê (NCDC) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
NCDCyê diyar kir ku şewba taya Lassayê li eyaletên cuda yên welêt belav dibe û didome.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ji meha kanûna paşîn û vir ve hejmara miriyan gihiştiye 190 kesî.
Her wiha hat ragihandin ku rêjeya mirinê ya ji ber vê şewbê li gorî par zêde bûye.
Sala borî di heman demê de ev rêje ji sedî 19,1 bû lê îsal gihiştiye ji sedî 25,2yan.
Dilgiraniyên li ser nexweşiyê
NCDCyê destnîşan kir ku her çi qasî hejmara pêketiyên nû kêm bûbe jî, derengqalkirina nexweşiyê û serîlênedana li nexweşxaneyan dibe sedema dilgiraniyê.
