Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku pêvajoya çareseriyê ketiye ser rêya xwe û êdî veger jê nîne.
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş beriya civîna koma AK Partiyê bi rojnamegeran re civiya.
Kurtulmuş li avahiya Parlamentoyê derbarê qonaxa dawî ya "Pêvajoya Çareseriyê" de nirxandinên girîng kirin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku ew ji bipêşketinên pêvajoyê razî ne û got, "Kar ketiye ser rêya xwe, êdî ji vê derê veger nîne."
"Dê berdêla wê pir giran be"
Numan Kurtulmuş bersiv da daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel.
Ozel di civîna şaredaran de gotibû, "Eger darizandina girtiyan a bêgirtî nekeve rojevê em dê ji ser maseyê rabin."
Kurtulmuş derbarê vê daxwaza Ozel û egera rawestandina pêvajoyê de hişyariyeke tund da û got:
"Pêwîst e em hemû bi hestiyarî nêzîk bibin. Xwedê neke, eger ev pêvajo nîvco bimîne, dê berdêla wê ji bo welatê me pir giran be.
Divê Tirkiye careke din berdêlên bi vî rengî nede."
"Danîna çekan asta krîtîk e"
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser rapora ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve hatiye amadekirin.
