Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo rojnamegerên li Tirkiyeyê bangî rayedaran kir, “Divê Tirkiye zextên li ser rojnamegeran bi dawî bike”
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), bi boneya Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê daxuyaniyek belav kir.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de xwest ku lêpirsînên dadwerî yên li dijî rojnamegeran bi dawî bibin.
Rêxistinê ragihand, hinek xalên Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê (TCK) "ji bo tepisandina ramanên mixalifan wekî amûr tên bikaranîn."
"Qanûn ji bo tepisandinê wekî amûr tên bikaranîn"
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bal kişand ser zextên li ser rojnamegerên li Tirkiyeyê û bangî rayedaran kir da ku lêpirsînên bi armanca cezakirinê rawestînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojnameger li ser mijarên girîng ên wekî gendeliyê nûçeyan çêdikin.
Rêxistinê anî zimên ku zextên li ser van rojnamegeran binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye.
Rêxistinê bal kişand ser Xala 217/Ayê ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ku wekî "qanûna dezenformasyonê" tê naskirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her wiha bal kişand ser xalên 299 û 301ê û got, "Ev xal ji bo zext û tepisandina ramanên mixalifan wekî amûr tên bikaranîn."
"Pergala dadê ji bo mebestên xerab bi kar neynin"
