Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), hejmara kesên ku dawî li jiyana xwe tînin zêde dibe.
Sala 2016an 3 hezar û 193 kesan dawî li jiyana xwe anîbû lê ev hejmar sala 2024an bûye 4 hezar û 460 kes.
Pispor destnîşan dikin ku pirsgirêkên aborî û civakî sedemên sereke yên xwekuştinê ne.
Gihîştiye asteke metirsîdar
Amarên TUÎKê yên li ser tenduristiya derûnî ya civakê guherînên girîng nîşan didin.
Hejmara xwekuştinan ji sala 2021ê û pê ve 4 hezar derbas kiriye.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), xwekuştinên ciwanên li Tirkiyeyê gihîştine asteke metirsîdar.
Di nav ciwanan de zêde ye
Li gorî amarên TUÎKê yên sala 2024an, ji sedî 13,7ê kesên ku dawî li jiyana xwe aniye di navbera 25-29 salî de ne.
Her wiha ji sedî 13,1ê wan jî di navbera 20-24 salî de ne.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî li ser vê yekê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, li seranserê cîhanê xwekuştina ciwanên 15-29 salî sêyemîn sedema mirinê ye.
Ji pirsgirêkeke kesane veguheriye mijareke tenduristiya giştî
Alîkarê Seroka Komeleya Psîkologan a Tirkiyeyê Doç. Dr. Gulîn Unalê jî li ser mijarê axivî.
Gulîn Unalê destnîşan kir ku xwekuştin êdî ji pirsgirêkeke kesane veguheriye mijareke tenduristiya giştî.
Li gorî Unalê, ev rewş rasterast bi şert û mercên civakî û aborî ve girêdayî ye.
Unalê li ser sedeman got, “Xwekuştin di du qonaxan de bi rengekî berçav zêde dibe.
Di ciwaniyê de pirsgirêkên wekî bipêşketina nasnameyê, zextên akademîk û pîşeyî, bêkarî û nakokiyên di têkiliyan de derdikevin pêş.
