Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ew pêvajoya çareseriyê wekî qadeke hevrikiya siyasî yan jî mixalefetê nabînin.
Ozel got ku ew piştgiriyê didin bêçekkirina PKKyê da ku hemû Kurd li welatên ku li wan dijîn di nava aştiyê de bin.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û pêvajoya çareseriyê nirxand.
Ozel diyar kir ku ew wekî mixalefeta sereke ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi biryardarî amade ne û piştgiriyê didin pêvajoyê.
"Meseleya Tirkiyeyeke bêteror ne qadeke hevrikiyê ye"
Ozgur Ozel bal kişand ser helwesta partiya xwe ya li ser pêvajoyê û got:
“Meseleya Tirkiyeyeke bêteror ji bo me ne qadeke hevrikiyê ye. Em wekî CHPyê hem aştiyê û hem jî demokrasiyê diparêzin.
Ji bo ku PKK çekan deyne, pirsgirêka li hundir bi dawî bibe û hemû Kurd li welatên ku li wan dijîn di nava aştiyê de bimînin, em gotinên xwe piştrast dikin û careke din mohra xwe li binê vê daxwazê dixin.”
