Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezrînerên AK Partiyê û wezîrê berê Huseyîn Çelîk ragihand ku divê Tirkiye ji ber Komkujiya Dêrsimê rû bi rûyî dîroka xwe bibe.
Huseyîn Çelîk destnîşan kir ku divê wekî daxwaza lêborîna dewletê, navê “Tunceliyê” biguhere û bibe "Dêrsim".
Yek ji damezrînerên AK Partiyê û Wezîrê berê yê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Huseyîn Çelîk, ji bo salvegera Komkujiya Dêrsimê ya sala 1937an, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Çelîk bal kişand ser birînên kûr ên gelê Dêrsimê û girîngiya vegerandina rûmetê ya ji bo Dêrsimê.
Huseyîn Çelîk di daxuyaniya xwe de amaje bi Komkujiya Dêrsimê da û got:
“Bûyerên Dêrsimê yên ku 4ê Gulana 1937an de bi navê ‘Operasyona Tenkîl a Tunceliyê’ dest pê kiribû û heta dawiya 1938an domiya, şopên pir kûr di bîra miletê me de hiştiye.
Dewleta hiqûqê ew dewlet e ku ji rûbirûbûna rabirdûya xwe natirse.
Eger li ser navê dewletê xeletî hatibin kirin, divê mirov bi wêrekiyeke mezin bêje ‘xeletî’ û berpirsyariyê hilde ser milê xwe.”
Çelîk daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a sala 2011ê ku bi navê dewletê ji bo Dêrsimê lêborîn xwestibû, bi bîr anî û anî ziman:
“Divê rastiyên dîrokî di pirtûkên dersan de cih bigirin.
