Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku divê statuya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan wekî "aktorê sereke" bi awayekî hiqûqî were naskirin.
Ayşegul Doganê got, "Bêyî yasayan, pêvajo di xitimînê de dimîne."
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê îro li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da rojnamegeran.
Ayşegul Dogan li ser rojeva pêvajoya çareseriyê axivî û wê bal kişand ser rawestandin û xavbûna pêvajoyê.
Wê bangî desthilata Tirkiyeyê kir da ku gavên şênber ên hiqûqî û yasayî biavêje.
"Divê Ocalan rola xwe bimeşîne"
Ayşegulê amaje bi pêşniyara Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya li ser statuya Abdullah Ocalan kir û got:
"Me ji destpêkê ve ev yek destnîşan kir û bi raya giştî re parve kir.
Ji bo aştiyê, avakirina zemînekî mixetabiya demokratîk ê fermî xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Wate divê ev yek bi garantiyên yasayî were diyarkirin."
Doganê diyar kir ku çi ji bo aştiyê çi jî ji bo vekirina qada siyaseta demokratîk be, avakirina wan mercan gelekî girîng e û wiha pê de çû:
"Li cem me gelekî girîng e ku Birêz Ocalan wekî aktorê sereke karibe bi awayekî hiqûqî rola xwe bimeşîne."
"Derengketin dilgiraniyan zêde dike"
Berdevka DEM Partiyê bal kişand ser nezelaliya di pêvajoyê de û ragihand ku her derengketinek dibe sedema dilgiraniyan û got:
"Em wekî DEM Partî ji bo derbaskirina van zehmetiyan çi ji destê me tê dikin."
