Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê recep Tayyîp Erdogan civiyan.
Di civînê de bipêşxistina pêwendiyên dualî, pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û pirsa danîna çekan a PKKyê hatin gotûbêjkirin.
Civîna Mesrûr Barzanî û Erdogan li Qesra Dolmabahçeyê ya li Stenbolê hat kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Serokkomarê Tirkiyeyê wekî faktoreke girîng a aştî û aramiya herêma pesnê rola Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî pesnê rola Erdogan û Tirkiyeyê ya di parastina aştî û aramiya herêmê de da.
Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo xurtkirina hevkarî û hevahengiya dualî ducare kir.
Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî amade bûn.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina pêwendî û hevahengiya di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de ya di warên curbicur de kir.
Mesrûr Barzanî û Erdogan tekezî li ser bidawîanîna aloziyên li herêmê kir.
