Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Stenbolê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar re civiya.
Barzanî û Bayraktar tekezî li ser xurtkirina hevahengiya di navbera xwe de ya di warên bazirganî, petrol û enerjiyê de kir.
Mesrûr Barzanî her wiha bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re jî hevdîtin kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînan daxuyaniyek belav kir.
Pêwendiyên di warê enerjî û bazirganiyê de
Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li ser pêşxistina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê yên di warê enerjî û çavkaniyên xwezayî de axivîn.
