Stenbol (Rûdaw) - Li gorî amarên şirketa analîtîk a hewageriyê ya Brîtanyayê Ciriumê, ji ber şer û bihabûna sotemeniya balafiran, meha Gulanê 13 hezar seferên balafiran hatin betalkirin.
Her wiha gelek şirketên firokevaniyê bilêtên xwe biha kirin.
Stenbol di rêza yekem de cih digire ku herî zêde seferên balafiran lê hatine betalkirin.
Lê tevî betalkirina rezervasyonan û pirsgirêkên şirketên hewayî, amarên fermî nîşan didin ku hatina geştyarên biyanî ya ber bi Tirkiyeyê ve didome û hejmar her ku diçe zêde dibe.
Li Stenbolê rezervasyon tên betalkirin
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ji destpêka şerê Îranê ve gelek rezervasyonên geştyaran ji ber metirsiya şer hatine betalkirin.
Îsmaîl Îtmenê 65 salî ku ev 31 sal in li Aksaraya herêma geştyarî ya Stenbolê dixebite, diyar kir ku ji ber aloziya heyî derdora ji sedî 30 karê wan rawestiyaye.
Xwediyê şirketa geştyariyê Îsmaîl Îtmen got, “Geştyar ji ber sedema 'şer' naxwazin werin Tirkiyeyê.
Jixwe ji ber betalkirina seferên balafiran jî gelek kes nehatin. Berê bazara me ya Rojhilata Navîn gelekî geş bû.
Lê piraniya wan geştyarên ku berê ji Dubaî, Îmarat û Rojhilata Navîn dihatin, êdî nayên.
Herî dawî komeke 35 kesî ji Letonyayê û 32 kes jî ji Rûsyayê dê bihatina lê wan rezervasyonên xwe betal kirin.”
Bandora şer li ser otel û şirketên geştyariyê
